Qedexeya çûnûhatinê li Hewlêrê hat ragihandin
Bi armanca rêgirtina li belavbûna vîrusa Koronayê li parêzgeha Hewlêrê, Odeya Operasyonên Hewlêrê biryar da, ji demjimêr 8:00 êvarê û heta 5:00 sibê çûnûhatin hat qedexekirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Bi armanca rêgirtina li belavbûna vîrusa Koronayê li parêzgeha Hewlêrê, Odeya Operasyonên Hewlêrê biryar da, ji demjimêr 8:00 êvarê û heta 5:00 sibê çûnûhatin hat qedexekirin.
Odeya Operasyonên Hewlêrê di daxuyaniyekê de ragihand, heta roja 3. 7. 2020an çûnûhatina di navbera parêzgeha Hewlêrê û tevahiya parêzgehên Herêma Kurdistanê û parêzgehên din ên Iraqê tên qedexekirin.
Ji aliyê xwe ve, Peyvdarê Odeya Operasyonên Parêzgeha Hewlêrê Hêmin Qadir ji K24ê re ragihand, ji roja Yekşema hefteya bê ve û heta roja 3. 7. 2020an dewama dam dezgehên li sînorê parêzgeha Hewlêrê bê rawestandin.
Hêmin Qadir got jî: Rojane ji demjimêr 8:00 êvarê û heta demjimêr 5:00 sibê hemû bazar, dukan, marketên taxan tên girtin, anku ji bilî dermnaxaneyan her tişt tên girtin.
Diyar kir jî, rojên Înê jî bazara firîndeyan, pêşangehên otombîlan, cihên yarîkirinê bi yekcarî tên girtin û par, havîngeh, holên boneyên olî û laşciwaniyê jî tên girtin.
Hêmin Qadir diyar kir jî, biryarên qedexeyê ji demjimêr 12:00 şvea 26/27. 6. 2020an dikevin warê bicihkirinê.
Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê duhî, di daxuyaniyekê desthilat da parêzgehan û îdareyên serbixwe, bi xwe rêkarên xweparastinê û ragihandina qedexeya çûnûhatinê bigirin.
S. B