Qedexeya hatinûçûnê li Hewlêrê dikeve warê bicîkirinê de

Qedexeya hatinûçûna otombêlan li parêzgeha Hewlêrê di demj 00:00 dikeve warê bicîkirinê de

K24 – Navenda Nûçeyan

Qedexeya hatin û çûna otombêlan li parêzgeha Hewlêrê di demj 00:00 dikeve warê bicîkirinê de, ji bo rojên bê jî, ji demijmêr 8ê êvarê ta 5ê sibehê û heta roja 3ê meha bê, berdewam dibe.

Li gorî biryarên Jûra Operasyonên Parêzgeha Hewlêrê, qedexeya hatinûçûna otombêlan ji niha ve kete warê bicîkirinê de, ku ji demijmêr 8ê êvarê heta demjmêr 5ê sibehê ye.

Her li gorî biryaran, heta 3ê meha bê, dewama fermangehan ji bilî tendirustî û dezgehên ewlekariyê, tê rawestandin. Herweha qedexeya hatinûçûna di navbera parêzgehan de jî, heta 3ê meha bê, hatiye dirêj kirin.

Her li gorî biryaran, xwaringeh, Kafeterya û cihên giştî tên daxistin, xwaringeh tenê dikarin bi delivery kar bikin.

 

 

C.B