Amarên Koronayê li Îran, Rusya û Emerîkayê
Amara Vayrosa Korona di 24 demjimêrên bûrî de li her yek ji Îran, Rusya û Emarîka bi vç awayî bûne:
K24- Hewlêr
Amara Vayrosa Korona di 24 demjimêrên bûrî de li her yek ji Îran, Rusya û Emarîka bi vç awayî bûne:
Li Îranê, 125 kesên din bi Vayrosa Korona mirin. Zêdetir ji 2 hezar û 400an jî, tûşî Vayrosê bûn.
Peyvdara Wezareta tendrustî ya Îranê Sîma Sadat Larî ragihand, di 24 demjimêrên borî de, 2 hezar û 456 kesên din tûşî Vayrosa Korona bûn e û 125 kesên dî bi Vayrosê can dan e .
Bi amara nû, hejmara kesên li Îranê bi Korona mirîn e 10 hezar kes derbaskrin. Hejmara tûşbûyan bilindî zêdetir ji 220 hezaran bû.
Li Rûsya 188 kesên dî bi Vayrosa Korona canê xwe jidest dan.
Wezareta tendrustiya Rûsyê ragehand , di 24 demjimêrên borî de , 188 kes bi Vayrosa Korona canê xwe jidest dan e. Herweha 6 hezar û 852 kesên dî tûşî Vayrosê bûn e.
Heya niha li Rûsyê , 80 hezar û 969 kes bi koronayê mirin e , zêdetir ji 627 hezar kes tûşî vayrosê bûn e.
Li Emerîkayê jî zêdetir ji çil hezar kesên din bi vayrosê koronayê ketin.
Ajansa Royterz belavkirîye , di 24 demjimêrên bûrî de , çil hezar û heştsed û heftê kes li Emrîkayê tûşî vayrosê korona bûne , ev dibe zêdetrîn hejmara tûşbûyan ji destipêka belavbûna Vayrosa koronayê li Emrîkayê .
Hijmara tûşbûyên koronayê li Emrîkayê dû milyon û pêncsed û pêncî û dû hzar kesan derbaskir , ji wan sed û bîst û heft hzaran zêdetir canê xwe ji dest dane.