Li Ormiyê 22 kesên din bi Koronayê canê xwe jidest dan

Li bajarê Ormiyê yê Rojhilatê Kurdistanê 22 kesan bi vîrusa Koronayê canê xwe jidest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Ormiyê yê Rojhilatê Kurdistanê, di 24 demjimêrên bûrî de 22 kesan bi vîrusa Koronayê canê xwe jidest dan.

Serokê Zanîngeha Bijîşkî ya Parêzgeha Ormiyê Cewad Aqazade ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 22 kesan jî canê xwe bi wê vîrusê jidest dan.

Cewad Aqazade aşkere kir jî, di 24 demjimêrên bûrî de 328 kes bi vîrusa Koronayê ketin û gûmana pêketina 525 kesên din jî bi Koronayê heye.

Bi vî awayî, li Ormiyê heta niha 458 kesan bi Koronayê canê xwe jidest  dane.

Li gor dawî amarên ji Rojhilatê Kurdistanê derbarê belavbûna vîrusa Koronayê de tên, heta pêr roja 30î Hezîranê zêdetir ji 1 hezar û 400 kesan li Rojhilatê Kurdistanê bi vîrusa Koronayê canê xwe jidest dane û piraniya qurbaniyan jî li parêzgeha Ormiyê ne.

 

S. B