Li Silêmaniyê kesekî hevjîna xwe kuşt û 6 kes jî birîndar kirin

Li taxa Bekreco ya bajarê Silêmaniyê peyayekî hevjîna xwe kuşt, 6 kesên din birîndar kirin û otombîlek jî li taxê şewitand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li taxa Bekreco ya bajarê Silêmaniyê peyayekî hevjîna xwe kuşt, 6 kesên din birîndar kirin û otombîlek jî li taxê şewitand.

Peyamnêrê K24ê li Silêmaniyê da zanîn, derangê şeva bûrî li taxa Bekreco, ji ber pirsgirêkeke malbatî peyayekî bi navê (H. X) bi guleyan hevjîna xwe ya bi navê (K. N. S) kuşt, herwiha 6 kesên din ji merivên hevsera xwe birîndar kirin.

Li gor zanyariyên peyamnêrê me, di wê bûyerê de, wî kujerî otombîlek li taxê şewitandin û piştre reviya.

Heta niha Rêveberiya Polîsa Silêmaniyê di derbarê wê bûyerê de ti daxuyanî nedaye.  

 

S. B