HSD hişyariyê dide: Tirkiye hêzên xwe kom dike

Peyvdarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Kîno Gabriyêl radigihîne, artêşa Tirkiyê hêzên xwe li navçeyên dagîr kirine kom dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Kîno Gabriyêl radigihîne, artêşa Tirkiyê hêzên xwe li navçeyên dagîr kirine kom dike.

Peyvdarê HSDê Kîno Gabriyêl ji K24ê re ragihand, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, hêzên xwe li çend navçeyên Girê Sipî kom kirine û ev yek gefeke cidî li ser wan e.

Gabriyêl daxwaz ji Tirkiyê kir, pabendî rêkeftinên agirbestê yên ku bi awayekî cuda bi Amerîka û bi Rûsyayê re îmez kirine bibe.

Amaje bi wê jî da, ew wek HSD bi Hevpeymaniya Navdewletî re navçeyê diparêzin û piştevaniya aramiyê li bakur û rojhilatê Sûriyê dikin.

Ji aliyekî din ve peyamnêra K24ê da zanîn, Rûsya û rêjîma Sûriyê hêzên xwe ji Eyn Îsayê vedikişin û berê xwe didin derdora bajarokê Reqayê.

 

S. B