Li Germiyanê zêdetir ji hezar kesî bi Koronayê ketine

Li gor dawî amaran, li devera Germiyanê zêdetir ji hezar kesî bi vîrusa Koronayê ketine û ji wê hejmarê jî 18 kesan canê xwe jidest dane.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gor dawî amaran, li devera Germiyanê zêdetir ji hezar kesî bi vîrusa Koronayê ketine û ji wê hejmarê jî 18 kesan canê xwe jidest dane.

Peyamnêrê K24ê li Germiyanê da zanîn, heta niha 1 hezar û 22 kesan li devera Germiyanê bi vîrusa Koronayê ketine, ji nava wan jî 18 kesan canê xwe jidest dane.

Rêvebirê Nexweşxaneyan Kifrî Saman Sertîp ji K24ê re ragihand, heta niha ji koma wê hejmara li Germiyanê hatine tomarkirin, 142 kes xelkê Kifrî ne û xweşbextane tenê pêwîstiya 6 kesan bi nexweşxaneyan hebû.

Ev di demekê de ye, li Herêma Kurdistanê heta niha 6 hezar û 844 kes bi Koronayê ketine, ji nava wan jî 231 kesan canê xwe jidest dane.

 

 

S. B