Çima haletên Koronayê li Diyarbekir zêde dibin?
Li gorî ragihandina pisporan, ji ber bikaranîna şaş ya maskan, li Diyarbekirê di 4 rojên dawî de hejmara pêketiyên Koronayê sedî 15 zêde bûn.
K24 – Diyarbekir
Li gorî ragihandina pisporan, ji ber bikaranîna şaş ya maskan, li Diyarbekirê di 4 rojên dawî de hejmara pêketiyên Koronayê sedî 15 zêde bûn.
Endamê Lijneya Tenduristiya Bajêr û Pisporê Nexweşiyên Enfeksiyonê Prof. Dr. Mustafa Kemal Çelen dibêje; ji ber ku li Diyarbekirê welatî maskan şaş bikartînin û gelek nêzî hevdu dibin halet zêde dibin.
Li gorî nirxandina Prof. Dr. Mustafa Kemal Çelen, bi destpêkirina pêvajoya asayîbûnê welatiyan jî tedbîr pitşguhkirin û bi awayeke rihet tevgeriyan. Pispor Mustafa Kemal Çelen hişyariyên xwe wiha tîne zimên:
“Mask şaş tên bikaranîn û welatî gelek caran maskan ji ber dev û pozê xwe dikin. Divê wisa nekin. Welatî gelek nêzîkî hevdu dibin lê divê nêzî hev nebin. Welatî maskên şaş bikartînin lê divê maskên cerahî bikarbînin. Divê welatî dema bi hevre diaxivin jî maskan ji ber devên xwe nekin. Bila maskên reş jî bikarneînin. Ev maskên reş wekî yên cerahî mirovan ji vîrûsan naparêzin.”
Li Diyabekirê ji 10ê Hezîranê ve bikaranîna maskan bûye mecbûrî. Yên ku maskan bikarneînin bi 900 lîreyan tên sizakirin.
S. B