Parêzgerê Hewlêrê biryar û rêkarên nû ragehandin
Di civîna evro de, ya jûra operasyonên parêzgeha Hewlêrê ku bi serperiştî ya Firset Sofî, parêzgarê Hewlêrê û bi amadebûna Elî Reşîd, serokê civata parêzgeha hewlêrê hate encamdan, hejmareka birîyar û rêkarên nû yên xwe parêzîyê ji Vayrosa Koronayê hatin derxistin.
K24- Hewlêr

Piştî civînê Firset Sofî, parêzgarê Hewlêrê di kongireyeka rojnamevanî de, naveroka civînê, biryar û rênimayên nû pêşkeş kir.
Li gor wan biryaran ev şev demjimêr 12yê şevê qedexeya bi temamî dê bihêt rakirin û bo dema yek hefteyê heya demjimêr 12yê şeva 11 li ser 12 /7/2020 rêkar bi vî awayî dibin:
- Di nav navenda bajêr û qezayên wê ji demjimêr 8ê êvarî heya 5ê sipêdeyî bazar û dukan û hemû ew cihên xizmetkirina hevwelatîyan dê bihên daxistin tenê dermanxane nebin.
- Herweha hatinûçûn di navbera Hewlêrê û parêzgehên Herêma Kurdistanê û Îraqê dê bimînin daxistî bo her kes tenê ew halet nebin ewên di beyannameya wezareta navxwe de hatine.
Çend biryarên din, bo xwe parêzîyê ji koronayê hatine derkirin.