Operasyonên HSD li devera Dêrazorê berdewam in
Li Dêrazorê HSD 4 kes bi tometa, ku pêwendiya wan bi DAIŞê re heye, desteser kir.
K24- Hewlêr
Li Dêrazorê HSD 4 kes bi tometa, ku pêwendiya wan bi DAIŞê re heye, desteser kir.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovî belav kiriye, ku bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî, Hêzên Sûrya Demokrat girtin ser gundê Hesîn ê bakurê Dêrazorê û 4 kes bi tometa, ku pêwendiya wan bi DAIŞê re heye desteser kir.
Ligor Rewangehê, di dem a birêveçûna vê prosêyêde, tevgerek zêde ya firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî jî hebû.
Di Hezîranê de HSD, liser sînorê Sûriyê û Iraqê dest bi operasyonek li dijî şaneyên DAIŞê yên nivistî kiribû û di operasyonê de zêdetir ji 100 endam û alîgirên DAIŞê desteser kiribû.