Serokerkanê Artêşa Iraqê gihîşt Kerkûkê

Serokerkanê Artêşa Iraqê û Cîgirê Fermandariya Operasyonên Hevbeş û Fermandarê Polîsa Federalî gihîştin Kerkûkê û ligel Parêzgarê Kerkûkê yê sepandî Rakan Cibûrî civiyan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokerkanê Artêşa Iraqê û Cîgirê Fermandariya Operasyonên Hevbeş û Fermandarê Polîsa Federalî gihîştin Kerkûkê û ligel Parêzgarê Kerkûkê yê sepandî Rakan Cibûrî civiyan.

Serokerkanê Artêşa Iraqê Ferîq Rukin Ebdulemîr Yarila û şanda serbazî ya ligel wî îro li Kerkûkê Parêzgarê Kerkûkê yê sepandî Rakan Cibûrî di derbarê rewşa ewlehî û vîrusa Koronayê de civiya.

Li gor medyaya Iraqê, Rakan Cibûrî di civînê de şanazî bi hêzên ewlehiyê kiriye û gotiye, herdem piştevanî li wan kirine.

Ev serdana şanda serbazî di demekê de ye, Peyvdarê Operasyonên Hevbeş ên Artêşa Iraqê Lîwa Tehsîn Xefacî ragihand, ew bi Pêşmerge re gihîştine rêkeftinê ji bo damezirandina navenda hevbeş bi armanca dabînkirina ewlehiya li navçeyên ku hêzên pasewanên Herêmê û hêzên federalî lê nîn in.

 

S. B