Xercîyên bikarbirina hikumetê dibin eliktronî
Wezîrê darayî ya Hikumeta Herêma Kurdistanê, Awat Şêx Cenab ragehand, bi eliktronîkirina xercîyên bikarbirinê pişkeke ji piroseya çaksazîyê ku dibe sedema zêdebûna zelalîyê û kêmkirna gendelîyê.
K24- Hewlêr
Wezîrê darayî ya Hikumeta Herêma Kurdistanê, Awat Şêx Cenab ragehand, bi eliktronîkirina xercîyên bikarbirinê pişkeke ji piroseya çaksazîyê ku dibe sedema zêdebûna zelalîyê û kêmkirna gendelîyê.
Hikumeta Herêma Kurdistanê ji evê mehê ve, hemû xercîyên bikarbirinê dike hejmareyî (dîcîtal). Ev pêngaveka giringe bo bihêzkirina hevahengîyê di navbera dezgehên hikumetê bi awayeka modêrin û hevdem û kêkirina gendelîyê bi awayekê ku hemû xercîyên rojaneyên hikumetê bi sîstema (on line) dihên encamdan.
Awat Şêx Cenab, wezîrê darayê ragehand, bi fermana serokê hikumeta Herêma Kurdistanê hemû xercîyên bikarbirinê di evê mehê de dibin dîcîtal.
Herweha got: Ev pêşkevtin pişeke ji pêngavên kabîneya nehem bo modrênkirina karên hikumetê û pêngaveka giring dibe ji bo nehêlana rotînê û hewildane bo karakirin û çalakkirina karûbarên hevwelatîyan. Herweha Pişkeke jî, ji piroseya çaksazîyê ku di encam de dibe sedema ruhnî û zelalîyê û kêmkirina gendelîyê.
Wezêrê Darayîyê tekez kir, heya zêdetir bikarin kontirola xercîyên bikarbirinên hikumetê bikin, zêdetir dikarin li ser pirojeyên giring di warê xizmetguzarîya giştî de û de mifayê hevwelatîya de kar bikin.
Wezîrê Darayîyê destxweşî li karmendên fermangeha teknelocîya ya zanyarî ya hikumeta Herêma Kurdistanê û rêveberîya giştî ya jimêryarîyê li wezareta darayîyê kir bo amadekirina evê sîstemê.
Ev sîstema (On Line) ji evê mehê ve di hemû dezgehên hikumetê de dê bihêt bicîkirin û tevaya xercîyên hikumetê heya dawî ya meha Tîrmehê, bi rêya evê sîstemê berdest dibe û data jî li navenda datayên hikumetê de dihên komkirin. Ev jî weha dike, ku hikumetê kontirol bi ser xercîyên xwe ve hebe û ew data jî dibin harîkar bo danan pilanên sitratîcîyên hikumetê.