4 pêketiyên Koronayê li Duhokê baş bûn
Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Duhokê di daxuyaniyekê de ragihand, 4 pêketiyên vîrusa Koronayê baş bûn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Duhokê di daxuyaniyekê de ragihand, 4 pêketiyên vîrusa Koronayê baş bûn.
Di daxuyaniya Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Duhokê de hat, piştî testa bijîşkî ji 4 pêketiyên Koronayê re hatin kirin, encamên wan nîgafîv bûn û ji nexweşxaneyê derketin.
Amaje bi wê jî da, heta niha 168 pêketiyên Koronayê li parêzgeha Duhokê bi temamî baş bûne û niha tenê 38 pêketî li nexweşxaneyan mane.
S. B