Gereke çavdêriyê ya Rûsî – Tirkî li Kobaniyê birêve çû
Gereke çavdêriyê ya hevbeş a hêzên Rûsî – Tirkî li rojavayê Kobanî hat kirin, zirîpoşên Tirkî jî rastî nerazîbûna gundiyan hat.
K24 – Navenda Nûçeyan
Gereke çavdêriyê ya hevbeş a hêzên Rûsî – Tirkî li rojavayê Kobanî hat kirin, zirîpoşên Tirkî jî rastî nerazîbûna gundiyan hat.
Peyamnêrê K24ê li Kobanî da zanîn, gera çavdêriyê ji 8 zirîpoşan ji her du aliyan û helîkopterên Rûsî ji gundê Aşmê li rojavayê Kobanî destpê kir.
Diyar kir, gera çavdêriyê di gundên Aşmê, Carqelê, Cibinê, Beyadiyê, Zormexar, Mişko, Bênder, Gereqûyê, Qulê, Sosan, Boban, Xorxorî, Dîkmedaş û Qiranê re jî derbas bû.
Peyamnêrê me diyar kir jî, xelkê hin gundan bi keviran li zirîpoşên Tirkiyê dan û nerazîbûna xwe ji hebûna hêzên Tirkiyê nîşan dan.
Li gor rêkeftina Serokê Rûsya Vladîmîr Putîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan roja 22 Cotmeha sala bûrî li bajarê Soçî yê Rûsî, hêzên Rûsî û Tirîkî hejmarek gerên çavdêriyê yên hevbeş li bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê dikin.
S. B