Kabîneya nehem di kêmkirina xercîyên giştî de serkevtî bû
Di demea yek sala kabîneya nehem de, pilana hikumetê bo kêmkirina xercîyan û zêdekirina dahatê bi armanca zayîr nekirina dahata giştî serkevtî bûye. Di evê dema kurt de şiya pişkeka mezin ji xercîyan kêm bike. Endamê komîteya destpakîya Perlemana Kurdistanê jî radigehîne, cîbicîkirina yasaya çaksazîyê pişkeka dî ya pereyê dihatin zayirkirin bo hikumetê dê vegerîne.
K24- Hewlêr

Kabîne ya nehema hikumeta Herêma Kurdistanê, heya berî serheldana Vayrosa Koronayê şîya dahata navxwe zêde bike, bi awayekê ku dû baber bilind bibû. Ev ji bilî ku cêbicîkirina yasaya çaksazîyê jî pişkeka dî ji pereyên ku dihtin zayirkirin, careka din dê bo gencîneya hikumetê vegerîne.
Li gel hatina Vayrosa Koronayê û daketina nirxê petrolê û ne şandina mûçeyên fermanebrên hikumeta Herêma Herêma Kurdistanê ji alîyê Bexdayê ve, hikumeta Herêma Kurdistanê kete di haleteka nexwaztî de, lê biêrane destê xwe bo kêmkrina mûçeyên pile bile bilind û taybet bir, daku bi kare bi wê rêyê maf û şayîsteyên darayî yên hevwelatîyan dabîn bike.