Gotebêjê polîsên Kerkûk bi sedema Koronayê canê xwe ji dest da

Gotebêjê polîsên parêzgeha Kerkûkê bi sedema Vayrosa Koronayê li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

K24- Kerkûk

Gotebêjê polîsên parêzgeha Kerkûkê bi sedema Vayrosa Koronayê li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Di ragehandinekê de, Rêveberîya Giştîya Tenduristîya Kerkûkê can ji destdana Efrasyaw Kamil Weysî, gotebêjê polîsên wê parêzgehê ragehand.

 Li gor zanyarîyên Kurdistan 24ê, zêdetir ji hefteyl ye Efrasyaw Kamil Weysî di bin çavdêrîya pizîşkî de bû, lê bi sedema têjçûna rewşa tenduristîya wî, evro li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.