Di navbera Tirkiye û YEê de nûkirina rêkeftina penaberan di rojevê de ye

Hevdîtinên navbera Tirkiye û Yêkitiya Ewropayê de bênavber didomin.

K24 – Enqere

Piştî hevdîtina Wezîrê Karên Derve yê Tirkiye Mevlûd Çawuşoglu û Nûnerê Politîkayên Ewlehiyê Yêkitiya Ewropayê Josep Borell, nûkirina rêkeftina penaberan tê nîqaşkirin. Ligel ku pispor amaje dikin YEê pêngavên bo Tirkiye biavêje wek tawîz dibîne hin pispor jî dibêjin dê Yêkitîya Ewropa hin mekanîzmayên alîkarî û kontrolkirina ewlehiya sînoran damezrîne û di vî warî de piştgiriyê bide Tirkiye

Hevdîtinên navbera Tirkiye û Yêkitiya Ewropayê de bênavber didomin. Herî dawî 6ê Tirmehê Nûnerê Politîkayên Ewlehiyê yê YEê Josep Borell serdana Tirkiyeyê kiribû û bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiye Mevlûd Çavusoglu re hevdîtin pêk anî. Di daxuyaniya piştî civînê de jî nûkirina rêkeftina penaberan ku di navbera Tirkiye û YÊ de sala 2016an hatibû îmze kirin jî hat rojevê. Çavûşoglu ragihand YEê erkê xwe yê rêkeftina penaberan bi cîh neanîne. Borell jî got, 4 salên dawî ji ber cudahiya fikrên siyasî gelek xalên rêkeftinê nehatine bicîhanîn û hewce ye bê nûkirin. Niha jî nûkirina rêkeftina penaberan a navbera Tirkiye û YEê carek din tê nîqaş kirin.

Akademîsyen Başak Yavcan ji K24ê re got: “Tirkiye dixwaze di warê Yêkitiya Gumrikê de hin saz kirin bên kirin û pakêtek ku berhemên çandiniyê jî di nav xwe vehewîne bê amade kirin. Ji bo navbera Tirkiye û YEê de rageşî heye, YEê pêngavên bo Tirkiye biavêje wek tawîz dibîne û ji ber vê jî bi awayek hayjixwe tevdigere. Heyama vayrosê de pakêtek ku ji 850 milyon euroyan pêk te bo Tirkiye hat dabîn kirin ji bo pêdiviyên penaberan. Bawerim mijara her du alî li ser lihev bikin jî dîsa dê ewlehiya sînoran be”

Serokê Navenda Îltîca Lêkolînên Penaberan Metîn Çorabatir amaje dike; Heyama vayrosa Korona de koça penaberên Sûriyeyê ji Tirkiye ber bi welatên YEê re kêm buye û ji ber ku hat dîtin Yewnenîstan jî penaberan wernagre YEê rihettir buye. Çorabatir dibejê ligel vê rihetiyê dê dîsa jî ev rêkeftin bê nûkirin.

Serokê Navenda Lêkolînên Penaberan (ÎGAM) Metîn Çorabatir diyar dike: “Em ji axaftinên rabirdû dizanin ku YE dê pereyekî bo pêdiviyên penaberên Sûriyeyî yên li Tirkiyeyê bişîne YE dê çarçoveya vê paketê berfirehtir bike, gelek penaberên Bangladeşî, Pakîstanî û Efxan jî tên. Ji b ovan jî dê hin mekanîzmayên alîkarî, kontrolkirina ewlehiya sînoran bên damezrandin. Tirkiye ser sînorê Îranê dîwarekî ava dike û bawerim dê di çaroçoveya ewlehiya sînora de fînasmana vê yekê jî ji YEê bixwaze.”

Di 18ê Adara 2016an de navbera Tirkiye û Yêkitiya Ewropayê de rêkeftina penaberan hatibû îmzekirin û biryar hatibu dayîn; penaberên ku ji Tirkiyeyê derbasî Yewnenîstanê bibin dê li Tirkiye bên vegerandin, ji ser Tirkiyeyê ve koça deryasayî ya penaberan ber bi Ewropayê ve dê ji aliyê Tirkiye bê kontrolkirin. Ger Tirkiye van xalan pêk bîne dê serbestiya Wîzeyan bo hemwelatiyên Tirkiye karîger be û paketek 6 milyar Euro bo penaberên Sûriyeyî ji Tirkiye re bê dayîn.