Li Ormiyê di dawatekê de bi dehan kes bi Koronayê ketin
Ji ber birêveçûna dawatekê li parêzgeha Ormiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, bi dehan kes bi vîrusa Koronayê ketin û dê û bavê bûk û zava jî canê xwe jidest dan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Ji ber birêveçûna dawatekê li parêzgeha Ormiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, bi dehan kes bi vîrusa Koronayê ketin û dê û bavê bûk û zava jî canê xwe jidest dan.
Serokê Zanîngeha Bijîşkî ya Ormiyê Cewad Aqazade hişyar da ku rewşa tendirustî li parêzgeha Ormiyê xirap e û xelkê parêzgehê guh nade rênimayên xweparastinê.
Cewad Aqazade ragihand, li parêzgeha Ormiyê di dawatekê de bi dehan kes bi vîrusa Koronayê ketin û dê û bavê bûk û zava jî canê xwe jidest dan.
Serokê Zanîngeha Bijîşkî ya Ormiyê dibêje: Tenê li parêzgeha Ormiyê nêzîkî 800 pêketiyên Koronayê li nexweşxaneyan e û rewşa piraniya nexweşan jî ne cîgir e.
Li gor amaran, li Rojhilatê Kurdistanê zêdetir ji 1 hezar û 400 kesan bi vîrusa Koronayê canê xwe jidest dane û piraniya qurbaniyan jî li parêzgeha Ormiyê ne.
S. B