Civata Wezîran hejmareka peyrewên yasa ya Çaksazîyê pesind dike
Evro Çarşembîyê, 15/7/2020 Civat Wezîrên Herêma Kurdistanê bi serperiştîya Mesrûe Barzanî, serokê Civata Wezîran û bi pişikdarî ya Qubad Talebanî cêgirê serokê Civatê, civîna asayî ya hefetane ya xwe bi rê ya Vîdyo Konfiransê encam da.
K24- Hewlêr
Evro Çarşembîyê, 15/7/2020 Civat Wezîrên Herêma Kurdistanê bi serperiştîya Mesrûe Barzanî, serokê Civata Wezîran û bi pişikdarî ya Qubad Talebanî cêgirê serokê Civatê, civîna asayî ya xwe ya hefetane bi rê ya Vîdyo Konfiransê encam da.
Di movka yekem a civînê de, li çarçove ya pêngavên kirokî yên cîbicîkirina yasa ya çaksazîyê, Awat Şêx Cenab, wezîrê Darayî û Abûrîyê (peyrewa navxweyî bo sindûqa xanenişîna fermanberê Herêm) pêşkeş kir. Civata Wezîran bi teva ya dengan ew peyrew pesind kir, ku mebesta sereke ji evê sindûqî zamimkirina xanenişînên Herêma Kurdistanê ye li gişt bwarên fermanberîyê de. Li gor evê peyrewê dahata sindûqî tenê bo şayîsteyên darayî yên xanenişînan dihête xerckirin. Wê sinduqê jî civateka rêvebirinê dê hebe ji nwênerên wezaretên peywendîdar.
Dûv re, Amanc Rehîm, sekretêrê Civata Wezîran her di çarçoveya peyrewên taybet bi cîbicîkirina yasa ya çaksazîyê de ( peyrewa taybet bi mercên damezrandinê bi pileya rêveberê girşî û berev ser ve) tevî mercên giştî yên damezrandinê di fermanerîyên giştî de, pêşkeş kir. Piştî gênegeş û nerîn guhertinê bi tevaya dengan ew peyrew jî heta pesindkirin. Ku mebesta sereke ji evê peyrewê reçavkirina hebûna birwaname û şarezayî û jêhatîyê ye di wan kesên de ku evan pileyên fermaneberînîyê digirin dest xwe û rola serkirdatîya karîgîya dîyar hebe li rêvebirina erk û çalakîyên wezaretan wek kesên teknukrat.
Vêca piroje yasa ya nû ya firotin û bi kirêdana mulkên dewletî ji alîyê Vala Ferîd, wezîra Herêmê bo karûbarên perlemanê hate pêşkeşkirin û bi tevaya dengan hate pesindkirin.
Paşî, biryar hate dan li ser pêşniyaza hevpişka herdû wezaretên Şarewanî û Geştûguzar û Çandin û Çavaknîyên Avê a taybet bi destpêkirina piroseya cêbicîkirina yasa ya rêkxistina mafê reftarkirin li ser zevîyê çandinê hejmare 1 a sala 2008ê ya taybet bi qerebûkirina wan cutyarên ku merc û pêdawîstîyên hatî di yasa ya amaje pêkirî de têde hene û heya niha mameleyên wan nehatine rayîkirin. Ew jî piştî hûrbînîya dosêyan û diltenahbûna ji mercên yasayî. Bi vî awayî pişkeka mezin ji arîşeyên gelek ji wan hevwelatîyan dihêne çareserkirin, ewên ku bi rêya kart û li gor hejîbûnê zevî dayine wan li salên berê, lê heya niha fermangehên tapo yê bi navên wan nekirine. Delîveyê jî dide wan hevwelatîyên yeke yên akincîbûnê ji pirojeyan kirîne, bi fermî bi navên xwe bikin. Bo evê mebestê jî, wezîrên Şarewanî û Geştûguzar, Çandin û Çavaknîyên Avê û Dad hatin raspartin daku lezê bikin ji rayîkirina mameleyên yasayî yên wan hevwelatîyan.