Hêzên Amerîkî gerên çavdêriyê li rojhilatê Qamişlo zêde dike

Hêzên Amerîkî gerên xwe yên çavdêriyê li gundewarê Dêrik, Rimêlan û Tirbesipiyê zêde kirine.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Amerîkî gerên xwe yên çavdêriyê li gundewarê Dêrik, Rimêlan û Tirbesipiyê zêde kirine.

Peyamnêrê K24ê li Qamişlo da zanîn, demek e gerên çavdêriyê yên hêzên Amerîkî li rojhilatê Qamişlo û heta Dêrikê zêde bûne û bi taybet li kêlgeha gazê El Udê.

Diyar kir jî, rojane 4 – 5 zirîpoşên Amerekî gerê li ser riyên sereke dikin û çendîn caran jî dema rastî hêzên Rûsî bên, rêgiriyê lê dikin, ji ber wê jî hêzên Rûsî bi piranî riyên cuda yên axî li nêzîkî sînorê Tirkiyê bikar tînin, ji bo rûbirûyî hêzên Amerîkî nebin.

Peyamnêrê amaje bi wê jî da, ligel ku hêzên Rûsî hewl dide baregehên xwe li gundê Dêrona Axê ava bike, lê ev yek rastî nerazîbûna Amerîkî tê, di wê çarçovê de jî, çend meh in hêzên Rûsî û Tirkî gerên çavdêriyê li rojhihatê Qamişlo nekirin û tenê li herêmên rojavayê Qamişlo û Kobaniyê dikin.

Li gor rêkeftina Serokê Rûsya Vladîmîr Putîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan roja 22 Cotmeha sala bûrî li bajarê Soçî yê Rûsî, hêzên Rûsî û Tirîkî hejmarek gerên çavdêriyê yên hevbeş li bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê dikin.

 

 

S. B