Wezareta Pêşmerge û Berevanîya Îraqê gehiştine ji hev têgehiştineka baş
Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevanîya Îraqê tekez dikin, ji hev têgehiştineka baş di navbera herdû alîyan de heye derbarê pirkirina valahîya ewlehîyê li deverên Kurdistanî yê derve ya rêveberîya Herêma Kurdistanê bi hevpişkî di navbera Pêşemerge û Supayê Îraqê de.
K24- Hewlêr
Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevanîya Îraqê tekez dikin, ji hev têgehiştineka baş di navbera herdû alîyan de heye derbarê pirkirina valahîya ewlehîyê li deverên Kurdistanî yê derve ya rêveberîya Herêma Kurdistanê bi hevpişkî di navbera Pêşemerge û Supayê Îraqê de.
Di vê bwarê de, Cemal Îminkî, supasalarê Wezareta Pêşmerge ragehand, ji hev têgehiştineka baş heye li ser binema ya wê ji hetêgehiştinê jî, danûstandin di navbera herdû alîyan de berdewam dibe. Daku rêkkevtineka konkirîtî jî bihêt encamdan; çend xal di navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevanîya Îraqê dê bihên gengeşekirin.
Hevdem Tehsîn Xefacî, rêveberê ragehandina Wezareta Berevanîya Îraqê tekez kir: Danûstandin bo pirkirin valahîya ewlehîyê li wan deveran li gel Pêşmerge dê berdewam be.
Di beranber de, Hevpeymanîya Nêvdewletî, wek alîyê sêyem di danûstandinên di navbera Pêşmerge û Supayê Îraqê de, rola çavdêr dibîne. Wek kolonêl Mayilz Keyngiz, gotebêjê Hevpeymanîya Nêvdewletî dijî Daişê tekez dike, Ew dixwazin bi her awayek be valahîya ewlehîyê li Îraqê nemîne, lew piştîvanî ya wê yekê dikin valahîya ewlehîyê li wan deveran bi hevpişkî bihêt pirkirin.
Evro civîneka giring di navbera Hêza Pêşmerge û Supayê Îraqê de birêvçû bi mebesta hevahengîyê ji bo ji navbirina Daişê bi yekcarî. Armanca amadebûna Hevepeymanan tenê piştîvanîkirina wan danûstandinane û ev danûstandin jî, ji alîyê sîyasetvanan ve rêkkevtin li ser hatîye kirin. Niha fermande yên serbazî behsa hûrgelîyan dikin bi mebesta duristkirina jûra hevpişik li deverên wek Dîyala û Mexmûr û çend deverên din, ku hêj şaneyên razayî yên Daişê têde mane. Hevpeyaman piştîvanîya hemû alîyekê dikin ku hewil didin Daişê ji nav bibin.
Berê sê civîn di navebra Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevanîya Îraqê li Bexda hatibûn encamdan, civîna çarem jî li Hewlêr hate encamdan û li hev têgehiştineka hevpişik di navbera Pêşmerge û Supayê Îraqê de duirst bûye bo vegerandina aramîyê bo deverên derve ya rêveberîya Herêmê, lew dixwazin di civînên dahatî de, bigehin rêkkevtina dawîyê.