Perlemana Kurdistanê dicive
Ûmêd Xoşnaw, serokê Firaksyona Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) di Perlemana Kurdistanê de ragehand, serokatîya Yekêtî ya Nîştîmanîya Kurdistanê (YNK) biryar daye ti civîneka Perlemanê nehêt encamdna heya PDK û YNK necivin.
K24- Hewlêr

Ragehand jî, em wek Firaksyona PDKyê nekvin jêr biryara ti alîyekê.
Ûmêd Xoşnaw got jî: Pişûya Perlemanî hatîye kurtkirin û hikumetê jî amadeyî nîşna daye li ser pirsên Perlemanê amade bibe.
Amaje bi wê yekê jî kir, wek em rêkkevtine, di hefteya dahatî de, rûniştinên Perlemanê dê destpêbikin û subehî serokatîya Perlemanê dê bicive û hêvîdarin bikarin bernameya karê rûniştinê dîyar bikin.
Serokê Firaksyona PDKyê got jî: Perleman sazîyeka nîştîmanî ye û divê dûr be ji destwerdanên hizbî, daxwaz ji Firaksyona YNKyê jî kir biryara xwe biguherin.