Firkasyona Gorranê helwêsta xwe derbarê civînên Perlemanê ragehand

Firaksyona Bizava Gorranê di Perlemana Kurdistanê de, Helwêsta xwe derbarê civînên dahatî yên Perlemanê aşkera kir û radigehîne, di evê kawdanê de, li ser asta nîştîmanî û çaksazîya bingehî divê perlemaneka kara ev rol û erkê bibîne û cihê çareserîya arîşeyan be.

K24- Hewlêr

Firaksyona Bizava Gorranê di Perlemana Kurdistanê de, Helwêsta xwe derbarê civînên dahatî yên Perlemanê aşkera kir û radigehîne, di evê kawdanê de, li ser asta nîştîmanî û çaksazîya bingehî divê perlemaneka kara ev rol û erkê bibîne û cihê çareserîya arîşeyan be.

Firaksyona Gorran di beynnameyekê de, rexne ji desteya serokatîya Perlemanê digere û radigehîne: Pêwîsete tevaya firkasyonên Perlemanî hevaheng bin û fişarê bikin bo destpêkirina rûniştinên perlemanê yên taybet bi arîşeyêne xelkê Kurdistanê.

Ev di demekê de ye, seroka Perlemana Kurdistanê ku pişka Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNK)ye bi biryara partîya xwe serokatîya civîna perlemanê helawîst. Di beraneber de, serokê Firaksyona Partîya Demeokrata Kurdistanê  (PDK) ragehand,  hefteya dahatî civînên perlemanê bi rêkarên yasayî yên xwe dê destpê bike.

Deqa beynnameya Firaksyona Gorran:

Em li Firksyona Gorranê piştî çend daxwazîyan bo rûniştin û dûvçûnên hûr bo pirsên giring hestyarên ku beroka xelkê Kurdistanê girtine bi taybet:

  • Pirsa rewşa darayî û mûçe û mûçexorên Herêmê ku jîyara xelkê bi rewşeka xirab re derbaz dibe.
  • Pirsa xalên sinûrî: ew qaçaxî û gendelîya têde dihên encamdan ji alîyê berpirsan ve.
  • Çaksazî di dahata petrolî û ne petrolî de bi derxistina yasa ya çaksazîya giştgîr û hemealî.
  • Pirsa deverên sinûrî û leşkerkêşî û dagîrkarîya Tirkiyê û topbaranên Îranê û rewşa deverên daborrandî ji Herêma Kurdistanê.

 

Niha ku Kurdistanê bi rewşeka aloz re derbaz dibe, me pêwîstî bikarkirinê ye, li ser asta nîştîmanî û çaksazîya bingehî ku divê perlemaneka kara evê rol û erkê bibîne û cihê çaresrkirina arîşeyan be, lê cihê daxê ye, araste ya karkirina desteya serokatîyê bi arasteya jikarxistiina rûniştinên Perlemanê û têkilkirina perlemanê bi milmilanê ya kirêta hizban ku bi nerîna me berpirsê yek ji jikarxistin û karanebûna Perlemanî desteya serokatîya Perlemanê ye.

 Pêwîste tevaya firkasyonbên Perlemanê hevaheng bin û fişar bikin bo destpêkirina rûniştinên Perlemanê, tyabet bi arîşeyên xelkê Kurdistanê.

Firaksyona Gorran

21/7/2020