Saziyên sivîl ên Diyarbekir banga pabendbûna bi bergiriyan dikin

Li Diyarbekirê ji aliyê 25 saziyên sivîl ve derbarê pabendbûna bi bergiriyên xweparastina ji Koronayê de daxuyaniyek hevpar hat ragihandin û bang li xelkê Diyarbekir hat kirin ku pabendê bergirî û bangewaziyan bin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Saziyên sivîl ên Diyarbekir bo hestiyariya li hember Koronayê, bangewaziyek hevpar bo raya giştî parve kirin.

Bangewazî ji aliyê 25 saziyên sivîl ve hat kirin ku ji xelkê Diyarbekir tê xwestin pabendê bergiriyên xeparastina ji Vîrusa Koronayê bin.

Di bangewaziyê de tê amajekirin, nila xelk bi awayekî rêk û pêk maskeyan wergirin, ji deverên qerebalix dûr bikevin, di navbera xwe û yên derdora xwe de navberekê bihêlin û nêzîkî hev nebin, ji dêvla ku bo taziyeyan kom bibin bil abi rêya telefonan serxweşiyê li hev bidin, di şahiyan de bila bergiriyan cîbicî bikin, di pêvajoya Cejna Qurbanê de bila pabendê bergiriyan bin, hay ji paqijiya laşen xwe û destên xwe hebin.

Saziyên sivîl didin zanîn k udi pabendbûna bi bergiriyan de li Diyarbekirê pirsgirêk heye û divê beriya cejnê em hestiyariyekê çekin da ku cejneke bi aram derbas bikin.

S. B