Li Diyarbekirê cotkariya bacanên sor zêde dibe
Li Diyarbekirê werzê komkirina bacanên sor berdewam dike.
K24 – Diyarbekir
Li Diyarbekirê werzê komkirina bacanên sor berdewam dike. Bacanên ku tên berhevkirin li bazarên bajarên bakur tên firotin. Cotkar ji zêdebûna lêçûnan bi gilî û gazinc in û dibêjin ew kîloya bacanan li ser zeviyê bi 70 qurîşan didin lê belê li bazarê bi 3-4 lîreyan tê firotin. Li gorî nirxandina cotkaran, keda wan zêde ye lê belê dahata wan kêm e.
Li Diyarbekirê di salên dawî de hilberîna bacanên sor zêde bûye. Gelek cotkaran berê xwe dane vê cotkariyê. Cotkaran li ser 600 donim zeviyên gundê Qirxalî yê ser bi Diyarbekirê bacan çandine. Li gorî ragihandina cotkaran ji her donimekê 9 ton bacan tên berhemanîn. Şitlên bacanên ku di meha adarê de hatine çandin û di çar mehan de hatine dermankirin û avdan û niha jî tên komkirin û ji bo bazarê tên şandin. Mihemed Elî Beyaz û malbata xwe ji navçeya Siwêreg a Rihayê ne û li Diyarbekirê cotkariya bacanan dikin. Malbat dibêje zehmetê wan zêde ye lê belê dahata wan kêm e.
Cotkar Mihemed Elî Beyaz ji K24ê re got: “Îro 4-5 roj e em hatine nav zeviyê lê kîloya şamikan heta 70 qurîşan daketiye. Me ji beriya 10 rojan jî kaseya bacanan bi 60 lîreyan dikîrî. Halê me wiha ye. Min di 5ê nîsanê de malê xwe aniye vê derê û min dest bi cotkariyê kiriye. Em di bin baranê de ne û em di konan de radikevin. Ev sê meh in em dixebitin, lêçûnên ava wî û gubreye wî zêde ne. An dê xwe xilas bike an xilas nake.”
Bozê Beyaz dibêje: “Ev kar ji bo me zor e. Em û zarokên xwe serê sibehê em tên û heta êvarê dixebitin. Em dibeicin. Em karê mal jî dikin. Em wisa şerpeze dibin.”
Hedya Beyaz diyar dike: “Em serê sibê saet 5an de radibin û saet 6an tên nav zeviyê û heta 7ê êvarî li nav zeviyê ne. Em bacanan berhev dikin. Lê wilehî erzan tê firotin. Kîlo bi 70-70,5 qurîşan diçe. Bi vanz arokan ve karkirin zehmet e.”
Êdî ji ber pêdiviya bazarê di çar demsalan de cotkariya bacanan sor tê kirin lê belê di mehên zivistanê nirxê wan gelekî giran dibe û kîloya wan heta 10 lîreyî jî tê diçe. Havînan bacanên herêmê jî li bazaran cihê xwe digrin û nirxê wan dadikeve. Cotkar kîloya bacanan li ser zeviyê bi 70 qurîşan didin lê li bazaran bi 2,5-3 lîreyan tê firotin. Cotkarên Edene û Antalya û Bursayê bacanên sor difiroşin bazara Diyarbekirê jî. Lê cotkarên bakur dibêjin; dema ku ew bacanên xwe dişînin bazarê nirxê bacanan dadikeve û wekî yên bajarên din biha pê nayên dayîn.
Sedat Aslan: “Em kom dikin û difiroşin bazarê. Em ji vî nirxî nerazî ne. Em bi 70 qurîşan didin lê belê li bazarê bi 2,5 lîreyî ye. Mirov dikare vêje bi qasî sê qatan ji yê me zêdetir tê firotin. Tevî vê yekê hemû zehmetiyên wî em dikişînin. Dermankirin û avdan û hwd. Em ji vê rewşê nerazî ne.”
Reşat Aslan: “Dema ku firîngiyên vê herêma me derdikevin nirxê wan dikeve û pere nake. Ev qas mirov dixebitin, em destheqê wan jî didin. Rojane nêzî 2 hezar lîre em destheqê wan didin. Nizanim çima wiha ye. Ji beriya 2-3 mehan jî kîloya firîngiyan bi 3-4 lîreyan bû.”
Li Diyarbekirê hin cotkar zeviyan îcare digrin hin cotkar jî bi şirîkatiyê kar dikin. Cotkar dibêjin berhemanîna bacanên sor îsal baş e û ew û xwediyên zeviyan dikarin pê debara xwe bikin. Lê gazinca wan ji lêçûnên zêde heye. Komkirina bacanên sor serê tîrmehê dest pê dike û heta meha îlonê didome.