Jineke Êzdî ligel zarokê xwe ji kampa Holê hat derxistin
Sahîre Casim ji K24 re dide zanîn ku xewna wî ew e, careke din bi malbata xwe re bicive.
K24 – Qamişlo
Jinek Êzidî di navbera Reqa, Dêrazorê û kampa Holê de zêdeyî 6 salan di nav DAIŞê de mabû, îro jî ev jin li cem Mala Êzîdiyan ya Cizîrê ye û di rojên bê de dê vegere Şingalê. Jina bi navê Sahîre Casim ji K24 re dide zanîn ku xewna wî ew e, careke din bi malbata xwe re bicive.
Birîna Kurdên Êzdî hîna vekirî ye û her jin û zarokekî Êzdî çîrokeke biêş bi xwe re hiltîne. Gunehê vî zarokî, tenê ew Kurdekî Êzdî ye û ji ber vî gunehî ew ji temenê 7 mehan ve bê bav maye û ji zimanê dayikê bêpar maye.
Sahîre, yek ji qurbaniyên rêxistina terror DAIŞê ye piştî 2 mehan ji revandina Sahîre ji Şingalê, endamekî DAIŞê yê ji Reqayên pê re zewicîbû û ji 2 zarokên xwe dûr ket û bitenê zarokê wê Hîwan pê re maye. Sahîre dibêje ku piştî salekê endamê DAIŞê yê ku jê zewicî bû li parêzgeha Humsê hate kuştin.
Piştî rizgarkirina Sûriyê bi temamî ji DAIŞê di Adara sala 2019an de, Sahîre bi jinên DAIŞê re bo kampa Holê hate veguhestin û ta beriya heftiyêkê Sahîre di riya mala Êzdiyan bi kurê xwe re ji kampê derket.
Dayika 3 zarokan ji ber DAIŞê ji zêdeyî 6 salan ve malbata xwe nedîtiye û niha xewna wî bi tenê ku wan bibîne.
Ta nuha zêdeyî 600 jin û zarok hatine radest kirin bo Encumena Şingalê ji hêla Mala Êzdiyan ve, lê mala Êzdiyan dibêje, hîn jî nêzî 300 jin di kampa Holê de mane û 2900 Êzdî ji sala 2014an de windayî ne.