Mesrûr Barzanî daxwaz dike rêkarên dadgehkirina tawanbarên DAIŞê bileztir bibin
MB-UnitadSerokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Şêwirmendê Taybet û Serokê Tîmên Lêkolînê yên Navdewletî di Tawanên DAIŞê (UNITAD) de Kerîn Ehmedxan kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Şêwirmendê Taybet û Serokê Tîmên Lêkolînê yên Navdewletî di Tawanên DAIŞê de (UNITAD) Kerîn Ehmedxan kir.
Di hevdîtinê de guftûgo di derbarê amadekariyên dadgehkirin û sizadana tawanbarên rêxistina terorê DAIŞê de hatin kirin.
Şêwirmendê Taybet û Serokê Tîmên Lêkolînên Navdewletî di Tawanên DAIŞê de ronahî xiste ser rêkarên yasayî û teknîkî yên dadgehkirina tawanbarên DAIŞê li ser wan tawanên ku li dijî mirovahiyê kirine. Bi taybetî proseya komkirina belgeyan û dîjîtalkirina arşîvê tawanbarên DAIŞê. Spasiya hevhanegî û piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di wê derbarê de kir.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekezî li girîngiya bilezkirina rêkarên dadgehkirina tawanbarên DAIŞê kir, ji ber ku ev dadgehkirin pêngaveke girîng ber bi pêkanîna dadperweriyê ye û rêgirtina li dubarebûna wan di pêşerojê de ye.
Got jî: Em amadeyî her hevkarî û hevahengiyekê ne û pêwîst e Herîma Kurdistanê beşdariyeke wê ya aktîv di birêveçûna wê dadgehê de hebe, ji ber ku Herêm ji cihên din zêdetir bûye qurbaniya destê tawanbarên DAIŞê.
S. B