Çalakvana Elmanî ya li Bexda hatibû revandin, hat rizgarkirin
Çavkenîyekê berpirs li ewlehîya Îraqê ragehand, hêzên ewlehêyên Îraqê karine çalavana Elmanî (Hêla Mîmfîs) ji dest wan kesan rizgar bike ku ew revandibûn.
K24- Hewlêr
Çavkenîyekê berpirs li ewlehîya Îraqê ragehand, hêzên ewlehêyên Îraqê karine çalavana Elmanî (Hêla Mîmfîs) ji dest wan kesan rizgar bike ku ew revandibûn.
Ewî çalakvanî xuya jî kir, di helmeteka ewlehyê de karine Mîmfîs azad bikin li Bexda.
Di çend rojên burî de, çalakvan û rêkxistîyên civaka sivîl a Îraqê daxwaz ji hêzên ewlehîyê kiribûn çarenivîsa Hêla Mîmfês dîyar bikin û wê ji dest wan kesên revandine rizgar bikin.
Mîmfîs, roja Dûşembîya burî li nêzîk nivîsînegeha karên xwe li navenda Bexdayê, ji alîyê girûpeka mîlîşyayan ve hate revandin.
Wezareta Derve ya Elmanya şaneyeka taybet bi berengarbûna evê pirsê durist kir û wezîrê derve yê Elmanya, Mayko Mas ragehand, hikumeta welatê wî bi cidî li evê pirsê dinere û pêwîste jîyan û selametîya wê hevwelatîya Elmanîya bihêt paraztin.
Hevdem wezareta navxweya Îraqê tîmek ji şarezayên hewalgirî û dezgehên berengarî ya tawanan raspart daku lêkolînê li ser ewê dosêyê bikin.
Hêla Mîmfîs, pirogrameka hunerî li Bexda birêve dibir, mijûla vekirina gereka rahînana hunerî û çandî bû. Navendek bi navê (mal pêkhînan) li Bexda vekirib û ji alîyê sazîyên rewşenbîrî yên Elmanya û Firansayê ve dihate harîkirin. Di bwarê mafê mirov de jî kar dikir û piştîvana hunermend û çalakvanên xortên Îraqê bû.
Hêla bo cara yekem li ser 2010 li gel tîmeka şanoya Elmanya seredana Bexdayê kiribû. Dûv re çend caran bi seredan vegerya ye Bexda û dest bi cêbicêkirina pirojeyên rewşenbîrîyê kirîye.
Li 2011yê biryar da li Bexda bijî û kar bike bo duristkirina navendeka rewşenbîrî bi navê Mal pêkhînan û li gel Peymangeha Gote ya Elmanî jî li Bexdayê çalakî hebû di bwarê wanedana zimanê Elmanî.
