Zêdetir ji 250 dukan li bazareke millî li Hewlêrê şewitîn

Li demjimêr 5:30 berî sipêdeya evro, agir bi bazarê Sîm ket li taxa Kurdistan li Hewlêrê û zêdetir ji 250 dukan şewitîn.

K24- Hewlêr

Li demjimêr 5:30 berî sipêdeya evro, agir bi bazarê Sîm ket li taxa Kurdistan li Hewlêrê û zêdetir ji 250 dukan şewitîn.

Rayid Serkewt Kareş, gotebêjê Berevanîya Şaristanî bi Kurdistan 24 re ragehand, agir hatîye kontirolkirin lê bo diltenahîyê jî, em li vir dimînin.

Dukandarekî bi Kurdistan 24 re ragehand,  Ev bazarê millî, cara sêyem dişewite û sapîta wê ji pilastîk û cemelon hatine duristkirin.

Ragehand jî, tenê pişkek ji dokandaran rênimayîyên Berevanîya Şaristanîyê peyrew kirine û mercên Berevanîya Şaristanîyê li vir nîne.