Dadgeha Wan û Erziromê rewabûna Alaya Kurdistanê pesend kir
Dadgeha Wanê biryar da ku ew ala, Alaya Herêma Kurdistana Iraqê ye û nabe bangeşeya PKKê.
K24 – Diyarbekir
Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê ciwanekî bi navê Ehmed Kinay di sala 2015an de li ser medyaya civakî wêneyê Alaya Kurdistanê parvekiribû. Ji ber vê yekê ji “bangeşeya PKK”ê doz li wî hatibû vekirin. Lê Dadgeha Wanê biryar da ku ew ala, Alaya Herêma Kurdistana Iraqê ye û nabe bangeşeya PKKê. Ehmed Kinay jî dibêje ev biryar dê ji bo keysên din jî bibe emsal.
Ehmed Kinay, kolyarnasekî Kurdê bajarê Sêrt a Bakurê Kurdistanê ye. Ehmed Kinay, di sala 2015an li Wanê zanîngeh dixwend, di çalakiyekê de wêneyekê bi Ala Kurdistanê ve digre û li ser medyaya civakî parve dike. Dozgeriya Wanê ji ber vê parvekirinê ji bangeşeya PKKê dozê li Ehmed Kinay ê 28 salî vedike. Piştî îfadedayîn û rûniştinên dozê Dadgeha Cezaya Giran ya 2yemîn ya Wanê biryarê dide ku Alaya Kurdistanê di destûra Iraqê de hatiye destnîşankirin û rewa ye, ev biryar ji aliyê Dadgeha Herêmî ya Erziromê ve jî hatiye pesendirin. Ehmed Kinay dibêje; biryara dadgehê di cih de ye û bi vê biryarê gelek welatiyên ku ji ber Alaya Kurdistanê hatine zindanîkirin jî dê werin berdan.
Çalakvan Ehmed Kinay ji K24ê re got: “Alaya Kurdistanê ne alayeke siyasî ye an ne alaya partiyekê ye; alayeke neteweyî ye. Semboleke kurdayetiyê ye, em pê serbilind in. Piştî ku doz li min hat vekirin min careke din jî par ve kir, min hefteyê carekê parve kir. Mi got; di dema hevdîtinên Serokwezîrê berê Bînalî Yildirim û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan û Serok Mesud Barzanî jî ev ala hatiye li Stenbol û Enqereyê hatiye bilindkirin.”
Alaya Kurdistanê di serdanên serkirdeyên Herêma Kurdistanê de li bajarên wekî Enqere û Stenbolê jî bi awayeke fermî tê bilindkirin. Her dîsa li bajarên bakur jî di pîrozbahiyên Newrozê de û di bîranîn û çalakiyan de ji aliyê partî û rêxistinên Kurdistanî ve Ala Kurdistanê tê bilindkirin. Mafnas Fahrî Karakoyunlu dibêje; Alaya Kurdistanê ji aliyê hiqûqa navdewletî ve tê naskirin û ew gelê Kurd temsîl dike.
Parêzer Fahrî Karakoyunlu dibêje: “Divê em naveroka biryara Dadgehê jî girîng bibînin. Ji ber ku hin gengeşiyan radike. Dadgeh dibêje, Kurd miletek e. Dadgeh qala îngilîzan dike û dibêje di dema wan de jî wekî miletekê hatiye pejirandin. Û heta îro wekî dewleteke federal û wekî mileteke û geleke cûda ye. Ango dîroka kurd û kurdistanê dinirxîne. Tenê nabêje ev ne sembola PKKê ye an jî bangeşeya PKKê ye. Bingeha wê ya dîrokî, siyasî û civakî tîne ziman. Ev mihûm e.”
Alaya Kurdistanê jî aliyê kurdên bakur ve jî bi berz tê nirxandin. Kurdên bakur amaje dikin ku bi saya Herêma Kurdistanê di qada navdewletî de Alaya Kurdistanê tê bilindkirin û ew jî bi vê yekê şanaz in. Hesen Barak kurdekî evîndarê Alaya Kurdistanê ye û bi salan e rozeta alayê li ser singê xwe dihilgire û dibêje; divê her kurd li vê remza Kurdistanê xwedî derkeve.
Hesen Barak got: “Biryara dadgehê di cih de ye. Bi salan e ev Alaya Kurdistanê li ser sîngê min e. Li mala me heye, di nav malbata me de heye. Di cîhanê de kur dli kû bin jî anglo li Emerîkaya li Rusyayê jî hebin divê xwedî li vê sembolê xwedî derkevin.”
Ehmed Kinay dibêje, di gel biryara herdu dadgehên Wan û Erziromê ya derbarê rewabûna Alaya Kurdistanê de jî van rojan Dadgeha Stenbolê dozek li ser heman babetê li wî vekiriye. Ehmed Kinay radigihîne ku biryara herdu dadgehan emsal e û ew dê vê biryarê pêşkêşî dadgeha Stenbolê jî bike. Mafnas amaje dikin ku divê biryarên emsal ji aliyê hemû dadgehan ve bên qebûlkirin û rewabûna Alaya Kurdistanê bê naskirin.