Perlemana Kurdistanê derbarê her sê pirsên giring dicive

Sube Perlemana Kurdistanê dicive û civîn jî çend rojan dê vekêşe. Piraniya firaksyonan pişikdarîyê di civînê de dikin. Hejmareka wezîr û berpirsên hikumeta Herêma Kurdistanê pişikdarîyê di wê civîna Perlemanê de dikin. Firaksyona jî ku berê rêkkevtin li ser bernameya kar kirine, wan rûniştinan bi giring dizanin.

K24- Hewlêr

Muhisn Doskî, perlemantarê Partîya Demokrata Kurdistanê dibêje: Civîn li ser daxwazîya piranîya komîteyên berdewamên Perlemanê birêve diçe. Herweha dibêje: Hêvîdarin tevaya firaksyon û Perlemantaran di civînê de amade bin. Çunku wek amaje pêkirî, hejmareka mezin ji pirsên giring bi amadebûna çend wezîrên hikumetê dihên gengeşekirin, bi taybet ew pirsên peywest û girêdayî bi jîyana hevwelatîyan ve.

Herweha got: Pişkek ji giringtirîn wan mijarên xistine di nav karnameya rûniştinê de,pêkatiine ji pirsa burdûmana deverên sinûrî, rewşa darayî, rewşa jîyana mûçedarên Herêma Kurdistanê û gengeşkirina rewşa deverên Kurdistanî yên derve ya rêveberîya Herêmê.

Di wê civînê de, ji bilî amadebûna 6 wezîrên hikumeta Herêma Kurdistanê, hejmareka berpirsên din jî pişikdarîyê di civînê de dikin. Hikumet û perleman li ser evan sê teweran rawêjê li ser raporta komîteyan dikin. Bo evê mebestê jî, Azad Kûreçî, serokê firkasyona Millet daxeaz ji alîyên sîyasî dike, destwerdanê di karûbarê desteya serokatîya perlemanê û karê perlemanê de nekin.

Perlemana Kurdistanê derbarê rewşa darayî ya Herêma Kurdistanê, deverên Kurdistanî û deverên sinûrî, sê raport amade kirine. Encamên evan civînan jî, dibe hejmareka rasparteyan û didin hikumetê. Firaksyon rûniştinên Perlemanî bi giring dizanin, çunku taybet in bi arîşeyên serekî yên Herêma Kurdistanê.