Emerîka zêdetir ji hezar mirîyan û ji 70 hezar haletên tûşbûnê bi Koronayê tomar dike

Zanîngeha Conz Hubkinz a Emerîkayî ragehand, Emerîkayê bo roja çarem li ser yeke zêdetir ji hezar haletên mirinê tomar dike bi sedema Vayrosa Koronayê. hejmara tûşbûyên rojane yên Koronayê jî 70 hezar dervaz kir.

K24- Hewlêr

Zanîngehê tekez jî kir, duhî 1130 haletên nû yên mirinê li Emerîka hatin tomarkirin bi sedema Vayrosê, bernaber bi 1114 haletên mirinê li roja Pêncşembîyê, 1195 li roja Çarşembîyê û 1082 jî li roja Sêşembîyê.

Herweha li gor datayên wê zanîngehê, duhî Emerîkayê 73715 haletên tûşbûnê tomar kirin roja berê jî 68663 halet tomar kiribûn.

Li gor amara zanîngehê, heya niha 4113224 haletên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê li Emerîka hatine tomarkirin. Ji evê hejmarê 145556 kesan canê xwe ji dest dane û 1261624 haletên başbûnê jî hatine tomar kirin.