Tirkiyê li Agirî, Îdir û Qersê dest bi operasyoneke nû kir
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê îro li Agirî, Îdir û Qersê Operasyona Yildirim-3 ya Çiyayê Agiriyê ragihand.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê îro li Agirî, Îdir û Qersê Operasyona Yildirim-3 ya Çiyayê Agiriyê ragihand.
Wezareta Navxwe di daxuyaniyekê de ragihand, li Agirî, Îdir û Qersê bi beşdariya 1170 personelan ve Operasyona Yildirim-3 ya Çiyayê Agiriyê hatiye destpêkirin.
Diyar kir jî, bi serkêşiya Fermandariya Herêma Cendirmeyan a Erziromê 86 tîmên ji tevgera taybet a cendirmeyan (JOH), tevgera taybet a polîsan (POH) û gundparêzan pêk tê tevahî 1170 personel di operasyonê da hatin erkdarkirin.
Ev di demekê de ye, artêşa Tirkiyê ji 15ê Gulana bûrî ve li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê li dijî PKKê dest bi operasyonan kiriye û heta niha şer û pevçûn berdewam in.
S. B