Serbazgeha Tacî li bakûrê Bexda dîsan bû armanca hêrişeka mûşekî

Ajansên nûçeyan ragehandin êvarîya evro Dûşembîyê hejmareka katyoşayan bi serbazgeha Tacî li bakûrê Bexda ketin ku ew serbazgeh hêzên Emerîkayê têde hene.

K24- Hewlêr

Ajansên nûçeyan ragehandin êvarîya evro Dûşembîyê hejmareka katyoşayan bi serbazgeha Tacî li bakûrê Bexda ketin ku ew serbazgeh hêzên Emerîkayê têde hene.

Li gor zanyarîyan hejmara katyoşayan 3 heya 4 katyoşayan bûne û heya niha aşkera nebû ye ka zîyanên canî û madî hebûne ji encama wê hêrişê.

Bingehên serbazîyên Îraqê, ewên hêzên Hevpeyamanîya Nêvdewletî dijî Daişê li xwe digirin, dem nadem hîrişên mşkekî li dijî wan bingehan dihên encamdna û Emerîka jî girûpên Heşda Şeibî ya ser bi Îranê ruhmetbara dike bi encamdana wan hêrişan.

Li 14ya vê mehê jî burdûmana bingeha Tacî hete kirin, lê mezintirîn hêriş li 11yê meha Adarê bû, ku di encam wê hêrişê dû hevwelatîyên Emerîkî û diktoreka serbazî ya Birîtanî hatin kuştin û Emerîkayê jî wek bersiva wê hêrişê, hêrişeka asmanî kire ser bingehên ketîbeyên Hizbûllah.

Di mehên burî de, Emerîka çend caran burdûmana girûpên Heşda Şeibî kir û Îraqê jî dijînîya xwe bo wan operasyonên Emerîkayê derbrî. Niha jî herdû alî gotûbêjan dikin derbarê kêmkirina hejmar hêzên Emerîkayê li Îraqê.