Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê di derbarê 3 pirsan de dicive

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî ji bo guftûgokrina 3 pirsan dicive, ku di 2 rojên bûrî bi amadebûna hejmarek wezîran li Parlemanê hatibûn guftûgokirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî ji bo guftûgokrina 3 pirsan dicive, ku di 2 rojên bûrî bi amadebûna hejmarek wezîran li Parlemanê hatibûn guftûgokirin.

Berdevkê Hikûmeta Kurdistanê Cotyar Adil ragihand, Encûmena Wezîran dê îro bi riya vîdyokonferasê bicive û tê de babeta amadebûna şanda bilind a Hikûmeta Herêma di civîna du rojên bûrî yên Parlemanê Kurdistanê de tê behskirin.

Cotyar Adil da zanîn jî, di civîna îro de, rewşa navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, pilana hikûmetê ji bo rûbirûbûna nexweşiya Koronayê û qeyrana darayî, mûçeyên fermanberan û danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bêne guftûgokirin.

Parlemana Kurdistanê roja 27 û 28 vê mehê di derbarê çend pirsan de bi amadebûna hejmarek wezîrên hikûmetê civiyabû û raportên wezîran di derbarê wan mijaran de hatin pêşkêşkirin û wezîran bersiva pirsên parlemanteran dan.

 

S. B