Li Herêma Kurdistanê 11 pêketiyên Koronayê canê xwe jidest dan
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê amarên dawiyê yên pêketin û mirina bi virusa Koronayê ragihandin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 368 pêketiyên Koronayê hatin tomarkirin û 11 kesan jî canê xwe jidest dan.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniyekê de belav kir, di 24 demjimêrên bûrî de 368 kes bi vîrusa Koronayê ketine, jê 230 kes li Hewlêrê, 50 kes li Silêmaniyê, 23 li Germiyanê, 48 kes li Duhokê û 17 li Helebceyê ne.
Amaje bi wê jî da, 11 kesan bi Koronayê canê xwe jidest dan, ji wan 5 kes li Hewlêrê, 4 kes li Silêmaniyê û 2 kes jî li Germiyanê. Herwiha 78 pêketiyên Koronayê li seranserî Herêma Kurdistanê baş bûn.
Amarên giştî:
Pêketin: 13614 (Hewlêr: 4133, Silêmanî: 8495, Duhok: 511, Helebce: 475)
Mirin: 528 (Hewlêr: 118, Silêmanî: 402, Helebce: 8)
Başbûn: 8974 (Hewlêr: 2845, Silêmanî: 5383, Duhok: 347, Helebce: 399)
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din daxwaz ji welatiyan dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha di dema pêwîst de jî pêwendiyê bi hêla germ hejmar (122) bikin.
S. B