Li Herêma Kurdistanê 10 kesan ji ber Covid-19 jiyana xwe ji dest dan
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 277 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine
K24 – Hewlêr
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 277 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 10 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 277 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku jê 202 kes li Hewlêrê, 23 kes li Silêmaniyê, 3 kes li Germiyanê û 49 kes jî li Duhokê ne.
Herwiha ragihand; 10 kesan ji ber vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dane, ji wan 7 kes li Hewlêrê, 1 kes li Silêmaniyê û 2 kes jî li Germiyanê.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 94 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku jê 82 kes li Hewlêrê, 2 kes li Germiyanê û 5 kes jî li Duhokê ne.
Amarên giştî:
Pêketin: 14134 (Hewlêr: 4530, Silêmanî: 8548, Duhok: 581, Helebce: 475)
Mirin: 551 (Hewlêr: 129, Silêmanî: 414, Helebce: 8)
Başbûn: 9177 (Hewlêr: 3020, Silêmanî: 5385, Duhok: 362, Helebce: 410)
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ko xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.
Î.A