2 pêketiyên Koronayê li Hewlêrê canê xwe ji dest dan
Li nexweşxaneyeke Hewlêrê, îro danê sibê 2 pêketiyên bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li nexweşxaneyeke Hewlêrê, îro danê sibê 2 pêketiyên bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dan.
Jêderekî ji Rêveberiya Tendirustiya Hewlêrê ji K24ê re ragihand, îro danê sibê 2 pêketiyên Koronayê li nexweşxaneya Firyadê ya Rojavayê Hewlêrê canê xwe ji dest dan.
Wî jêderî got jî, hejmara pêketiyên Koronayê li Hewlêrê zêde dibe, ji ber wê jî Rêveberiya Tendirustiya Hewlêrê biryar da, nexweşxaneya Firyadê ya Rojava, taybet ji bo nexweşên Koronayê be.
Ev di demekê de, heta niha li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên Koronayê gihîştiye 14 hezar û 468 kesan, ji wê hejmarê jî 560 kesan canê xwe ji dest dane.
Tenê li Parêzgeha Hewlêrê heta niha 737 kes bi Koronayê ketine û 131 kesan jî canê xwe ji dest dane.
S. B