Amerîka: Ti şandeke me bi PKKê re neciviyaye

Roja 3ê Tebaxê gotegota civîna şandeke Amerîkî li Qendîlê bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) re li tora civakî belav bû, Wezareta Derve ya Amerîka jî wê nûçeyê red dike dibêje, ew nûçe ji rastiyê dûr e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Roja 3ê Tebaxê gotegota civîna şandeke Amerîkî li Qendîlê bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) re li tora civakî belav bû, Wezareta Derve ya Amerîka jî wê nûçeyê red dike dibêje, ew nûçe ji rastiyê dûr e.

Wezareta Derve ya Amerîka wê derbarê de ragihand, “Ti rastiya wan gotegotan nîn e û ti civîneke wiha jî nehatiye kirin”.

Meha Mijdara 2018an, Wezareta Derve ya Amerîka di daxuyaniyekê de aşkere kir, wan birê 12 milyon Dolar wek xelat diyar kiribû, heger kî zanyariyan li ser cihê sê fermandarên pilebilind ên PKKê bide Amerîka.

Li gor lîsteya Wezareta Derve ya Amerîka, ji bo Murad Karayilan 5 milyon, Cemîl Bayik 4 milyon û Doran Kalkan 3 milyon Doran diyar kiribû.

 

S. B