Li Iraqê 3 hezar û 47 kesên din jî bi koronayê ketin

Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên bûrî de ji ber vîrûsa koronayê (Covid-19) 113 kesan jiyana xwe ji dest dan.

K24 – Hewlêr

Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên bûrî de ji ber vîrûsa koronayê (Covid-19) 113 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê, di 24 demjimêrên borî de li Iraq û Herêma Kurdistanê 113 kesan canê xwe ji dest dane û 3 hezar û 47 kes bi vîrûsa koronayê ketine. Herwiha 2 hezar û 583 kes jî baş bûne.

Wezaretê di daxuyaniya 6ê Tebaxa 2020an de eşkere kiriye; heta niha 140 hezar û 603 kes li Iraqê bi vîrûsa koronayê ketine û 101 hezar û 25 kes, ango bi rêjeya %71.9 ji vê vîrûsê rizgar bûne.

Herwiha hatiye destnîşankirin; niha 517 kes li nexweşxaneyên Iraqê di bin çavdêriya hûrbînî de ne û heta niha li seranserê Iraqê 5 hezar û 161 kesan canê xwe ji dest dane.

 

Î.A