Li Soran 21 kesên din Koronayê ketin

Li devera Soran a Herêma Kurdistanê, 21 kesên nû bi vîrûsa Koronayê ketin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li devera Soran ya Herêma Kurdistanê, 21 kesên nû bi vîrûsa Koronayê ketin.

Qeymeqamê Soranê Kurmanc Izet bi riya tora civakî “Facebook” belav kir, li Soranê 21 kes wek pêketiyên Koronayê hatin destnîşankirin, 3 kes li Riwandiz, kesek li Xelîfan û 17 kes jî li Soran in.

Kurmanc Izet rafihand, ji ber zêdebûna haletên pêketina bi vîrûsa Koronayê li sînorê Soranê, îro mizgeft nayin vekirin û gotara Înê jî nayê xwendin û cihên qerebalix jî tên girtin.

Ev di demekê de ye, duhî Wezareta tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, li Herêma Kurdistanê bilindtirîn amarên pêketin û mirina bi Koronayê hatin tomarkirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta tendirustiyê, di 24 demjimêrên bûrî de 507 kesan bi Koronayê ketin û 14 kesan jî canê xwe ji dest dan.

 

S. B