Li rojavayê Kurdistanê pêketina 4 kesên din bi Koronayê hat ragihandin
Li rojavayê Kurdistanê îro piştî ku vê sibê pêketina 16 kesan bi vîrûsa Koronayê hatin tomarkirin, Desteya Tendirustiyê pêketina 4 kesên din jî ragihand.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li rojavayê Kurdistanê îro piştî ku vê sibê pêketina 16 kesan bi vîrûsa Koronayê hatin tomarkirin, Desteya Tendirustiyê pêketina 4 kesên din jî ragihand.
Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mustefa îro di daxuyaniyekê de ragihand, 4 kesên din li herêmên wan bi vîrûsa Koronayê ketine.
Dr. Ciwan Mustefa da zanîn, her çar pêketiyên nû jin in û li herêma Şehbayê ne.
Her îro jî, Hevserokê Desteya Tendirustiyê pêketan 16 kesan bi vîrûsa Koronayê li rojavayê Kurdistanê û mirina pêketiyekî jî ragihandibû.
Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihîştiye 86 kesan, ji wan jî 4 kesan canê xwe ji dest dane.
S. B