Li Zaxo şerê artêşa Tirkiyê û PKKê bi giranî berdewam e
Çend roj in şer û pevçûn di navbera artêşa Tirkiyê û gerîlayên PKKê de li 6 gundên ser bi nahiya Batîfa li Zaxo berdewam e û ziyanên mezin gihîştine gundiyan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Çend roj in şer û pevçûn di navbera artêşa Tirkiyê û gerîlayên PKKê de li 6 gundên ser bi nahiya Batîfa li Zaxo berdewam e û ziyanên mezin gihîştine gundiyan.
Rêvebirê Nahiya Batîfa Dilşêr Ebdulsetar ji K24ê re ragihand, 3 roj in şer û pevçûn bi giranî di navbera artêşa Tirkiyê û gerîlayên PKKê de li 6 gundan derketiye, her çend e di wî şerî de welatiyên sivîl nebûne qurbanî, lê ziyanên madî yên mezin gihîştine cotkaran û zevî û baxçeyên wan şewitîne.
Nêzîkî du heyvan e artêşa Tirkiyê li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê dest bi operasyonekê li dijî PKKê kiriye û bi firehiya 30 K.M û kûrahiya 14 K.M derbasî nava xaka Herêma Kurdistanê bûye, ji encamê jî bi dehan gund vala bûne û zevî û baxçeyên gundiyan şewitîne.