Li Diyarbekirê kirêya xaniyan sedî 80 zêde bûye

Li bajarên Bakurê Kurdistanê bihayên xaniyan û kirê zêde dibin.

K24 – Diyarbekir

Li bajarên Bakurê Kurdistanê bihayên xaniyan û kirê zêde dibin. Li gorî nirxandina emlakfiroşan sedema bilindbûna nirxê xaniyan û zêdebûna kirêyan kêmkirina faîza emlakan û sistbûna çêkirina avahiyên nû ye. Welatî jî ji rewşê bi gilî û gazinc in û dibêjin; kêmtirîn mûçe 2 hezar 500 lîre ye lê kirêya xaniyan ji hezar lîreyî derketiye hezar û 800 lîreyî.

Vîrûsa Koronayê  li Bakur li ser beşa emlakê jî bandoreke neyînî peyda dike. Rêveberiya bankayan ji ber bandora Covîd-19yê faîza krediyên emlakan kêm kiribû lê belê xwediyên xaniyan nirxê xaniyan buha kirin. Li gorî gotinên emlakfiroşan xaniyê ku ji beriya 5 mehan bi 200 hezar lireyan dihat kirîn niha bi 300 hezar lîreyan jî nayê kirîn. Di gel vê yekê kirêya xaniyan jî ji sedî 60 heta 80 hat zêdekirin. Cîgirê Serokê Komelaya Emlakfiroşên Diyarbekirê Firat Akçakmak got; xaniyê ku kirêya wî ji beriya 2-3 mehan  hezar lîre bû niha bûye hezar û 800 lîre û peyda jî nabin û welatî mexdûr bûne.

Firat Akçakmak ji K24ê re got: “Ev du hefte ne kirê gelekê zêde bûn. Kirêya ku berê hezar 500 lîre bû niha buye 2 hezar 500, an 2 hezar û 600 lîre. Ev yek welatiyan mexdûr dike, ev yek ji bo welatiyan gelekî zehmet e, ji ber ku mûçe wekî xwe ye. Ji ber koronayê heta niha dawet nedihatin kirin lê niha dawet tên kirin, dema tayînan e. Berê xaniyên kirê zêde bûn lê belê ji ber ku bihayê xaniyan zêde bû xwediyên xaniyan xaniyên xwe firotin û xaniyên kirê kêm bûn.”

Li Diyarbekirê di nava 5 mehan de ango ji destpêka koronayê ve nirxê xanî û zevî û kirêyan ji sedî 80 heta sedî 100 zêde bû. Halê hazir kirîn û firotina xaniyan sist bûye lê belê xaniyên kirê gelek kêm in û dest nakevin. Li gorî nirxandina welatiyan ev giranî ji bo wan bareke giran e û divê rayedar rê nedin ku zêdekirina kirêyan ji kontrol derkeve û welatî mexdûr bibin.

Li gorî gotinên emlakfiroşan, li nav bajêr di sala 2014an de donima zeviyekê bi 400-500 hezar lîre bû lê niha derketiye milyonek û nîvê. Emlakfiroş dibêjin; heger zevî ji bo avahisaziyê werin vekirin hem dê avahiyên nû çêbibin û hem jî dê nirxê xaniyan kêm bibe hem jî kirê werin kêmkirin.