Li Silêmaniyê bijîşkekî bi guleyekê dawî li jiyana xwe anî

Li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê, bijîşkî bi guleyekê dawî li jiyana xwe anî.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê, bijîşkî bi guleyekê dawî li jiyana xwe anî.

Berdevkê Polîsa Silêmaniyê Serkewt Ehmed ji K24ê re ragihand, bijîşkê bi navê Yasîn îro li mala xwe bi guleyekê dawî li jiyana xwe anî.

Berdevkê Polîsa Silêmaniyê aşkere kir jî, wî bijîşkî bi damanceya ji cura “Tariq” guleyek li sere xwe da.

Derbarê sedema bûyerê de, Berdevkê Polîsa Silêmaniyê got: Heta niha sedema xwekuştinê ne diyar e. dema wî bijîkî gule li xwe daye li mala xwe li qatê duyem bû û malbat û zarokên wî li xwarê bûn.

 

S. B