Mesrûr Barzanî xwendekarên yekem ên Kurdistanê pîroz kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, bi rêya çend peywendiyên telefonî, pîrozbahî li 11 xwendekarên yekem ên qonaxa 12an a amadehiyê (zanistî – wêjeyî – pîşeyî – îslamî) bo sala 2019 – 2020an li ser asta Herêma Kurdistanê kir

K24 – Hewlêr

Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, bi rêya çend peywendiyên telefonî, pîrozbahî li 11 xwendekarên yekem ên qonaxa 12an a amadehiyê (zanistî – wêjeyî – pîşeyî – îslamî) bo sala 2019 – 2020an li ser asta Herêma Kurdistanê kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pîrozbahî û destxweşî yek bi yek li yekemên Herêma Kurdistanê kir û ji bo wan hêviya serkeftinê xwest, ku ew tevî rewşa giran a aborî û rewşa niha ya belavbûna vîrûsa koronayê, serkeftinên mezin bi dest xistin û bi pileya yekem derçûn.

Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê encamên ezmûnên polên dawî belav kir û du yekemên ser asta Herêma Kurdistanê, ji bajarê Helebceyê ne.

Navên xwendekarên yekem ên Herêma Kurdistanê:

Vanya Şêrko Hesen Ferec: Helebce – Zanistî

Lenya Felah Hesen Mehmûd: Helebce – Zanistî

Hesen Amanc Burhan Mihemereşîd: Hewlêr – Zanistî

Derya Silêman Elî Tahîr: Duhok – Zanistî

Sara Bedirxan Mihemed Ebdulla: Hewlêr – Wêjeyî

Derbaz Îsmaîl Husên Elî: Silêmanî – Wêjeyî

Mîna Zahîr Mistefa Xelîl: Silêmanî – Xwendina Îslamî

Hesîbe Cemal Umer Remezan: Hewlêr – Amadehiya Pîşeyî ya Çandiniyê

Zeyneb Ebdulkerîm Ehmed Seîd: Silêmanî – Amadehiya Pîşeyî ya Geştyariyê

Mîr Rehîm Kerîm Heme Salih: Silêmanî – Amadehiya Pîşesazî

Lence Hîdayet Ebdurehman Usman: Silêmanî – Amadehiya Bazirganî

 

Î.A