Bijîşk: Li nexweşxaneyên bakur cih ji nexweşên Covîd-19 re nemaye
Li pênc bajarên Bakurê Kurdistanê roj bi roj hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê zêde dibin.
K24 – Diyarbekir
Li pênc bajarên Bakurê Kurdistanê roj bi roj hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê zêde dibin. Li gorî nirxandina Seroka Jûra Bijîşkan ya Diyarbekirê Dr. Elîf Turan, li nexweşxaneyan cih ji nexweşên Covîd-19ê nema ye û gelek nexweş li mal têne dermankirin. Dr. Elîf Turan dibêje; tedbîrên şexsî têrê nake; divê dewlet tedbîrên berfirehtir bigire. Welatî jî dibêjin; ew dixwazin ji cihên qelebalix dûr bisekinin lê neçar in derkevin bazarê û pêdiviyên xwe dabîn bikin.
Li Bakurê Kurdistanê ji serê meha Hezîranê ve hejmara pêketiyan zêde dibe. Bi taybetî nexweşxanyên bajarên wekî Diyarbekir, Dîlok, Wan, Êlih û Mêrdînê ji nexweşên Covîd-19ê tijî ne. Li gorî ragihandina Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Dr. Fahretîn Koca, di sê rojên dawî de li Diyarbekir û Rihayê halet zêde bûne. Seroka Jûra Bijîşkan ya Diyarbekirê Dr. Elîf Turan dibêje, rêveberiya tenduristiya bajêr bi saziya wan re daneyên fermî parve nake lê li gorî daneyên li ber destê wan rojane nêzî 300 welatiyan bi koronayê dikevin.
Seroka Jûra Bijîşkên Diyarbekirê Dr. Elîf Turan ji K24ê re got: “Em dixwazin ji bo tenduristiya gel bixebitin, lê daneyên fermî di destê me de tine ne, Em dizanin niha li nexweşxaneyên Amedê cih nema ye. Nexweş zêdebûne. Di beşa nêrîna hûr ya nexweşxaneyan de cih ne maye. Heger nexweşek bimre an jî ji nexweşxaneyê bo mal rêkin dikarin nexweşeke din li cihê wî razînin. Niha nexweşên ku testên wan pozîtîf derdikevin wan dişînin malê. Mixabin li nexweşxaneyan cih tune ye, nikarin wan nexweşan derman bikin.”
Li gorî daneyên fermî bi taybetî piştî sistkirina rênimayan ango ji 1ê hezîranê pê de halet zêde bûn. Ji ber ku pêşiya belavbûna vîrûsa koronayê were girtin, 10 rojan dê hêzên ewlekariyê welatiyan di mijara girtina tedbîran de hişyar bike. Rayedarên qada tenduristiyê ji welatiyan dixwazin ku ew ji cihên qelebalix dûr bisekinin û pabendî rênimayan bibin. Lê belê welatî dibêjin ew jî dixwazin ji cihên qelebalix dûr bisekinin lê ji bo dabînkirina pêdiviyan neçar in derkevin bazarê.
Li gorî daneyên ku serokên jûrên bijîşkên bajarên Bakur parve dikin, li Dîlokê rojane pişkinîna 300-350 welatiyan pozîtîf derdikeve û li nexweşxaneyên Dîlokê nêzî hezar û 500 nexweş hene. Li Mêrdînê jî ji 5 hezaran zêdetir halet hatine tomarkirin. Li Wanê rojane testên nêzî 200 kesan pozîtîf derdikeve. Her li gorî daxûyaniyên bijîşkan, ji destpêkê heta niha li Êlihê jî 6 hezar û 500 welatî bi koronayê ketine. Bijîşk dibêjin; divê zêdetir pişkinin werin kirin û pêketî baş werin kerentînekirin da ku di mehên zivistanê de halet zêdetir nebin.