Li Diyarbekirê rênimayên nû hatin ragihandin

Li bajarên Bakurê Kurdistanê roj bi roj hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê zêde dibin.

K24 – Diyarbekir

Li bajarên Bakurê Kurdistanê roj bi roj hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê zêde dibin. Parêzgerên bajaran rêkarên nû radigihînin. Parêzgerê Diyarbekirê jî got; sebebeke zêdebûna haletan jî dawet in û wan maveya dawetan ji çar demjimêran daxistine 3 demjimêran. Li gorî gotinên parêzgerî, kargehên ku rênimayan binpê dikin dê bi pereyan bên sizakirin û bên girtin. Her dîsa xwediyên holên dawet û şahiyan bo sê rojan dê deriyên xwe bigrin.

Li gorî ragihandina Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê roj bi roj li bajarên Bakur hejmara pêketiyên koronayê zêde dibin. Li parêzgerên Bakur rêkarên nû têne girtin. Rayedar welatiyan di mijara cihên qelebalix de hişyar dikin û dibêjin; dê tedbîran tundtir bikin. Li gorî ragihandina parêzgerê Diyarbekirê Munîr Karaloglu dawet bi 3 demjimêran hatine sînordarkirin û dawetên bi roj dê demjimêr 12.00an dest pê bikin û 15.00an bi dawî bibin, dawetên êvaran  tên kirin jî dê demjimêr 19.30an dest pê bikin û 22.30an bi dawî bibin.

Parêzgerê Diyarbekirê Mûnîr Karaloglu got: “Em ê venêranên koronayê tund bikin. Yên ku pabendî rênimayan nebin em ê wan bi pere û girtina kargehan siza bikin. Li holên şahî û dawetan gelek welatî bi koronayê dikevin lê êdî li dawetan dê govend neyên gerandin û dê tenê bûk û zava bireqisin.  Em ji kesên ku temenê wan 65 û jûr 65ê ne dixwazin bila di saetên êvarê yên qelebalix de dernekevin derve.  Bila welatî ji bo parastina tenduristiya xwe guhdariya hişyariyan bikin.”

Biryarên Rêveberiya Tenduristiyê ya bajarê Diyarbekirê ji aliyê Parêzger ve hatin ragihandin. Li gorî ragihandina parêgerî, vîrûs herî zêde li holên dawet û şahiyan û li kafeyan belav dibe. Li gorî biryara parêzgeriyê êdî li kafe û restoranan şahî û dawet hatine qedexekirin. Li gorî ragihandina xwediyên holên dawet û şahiyan  hin malbat li baxçe û restoran û kafeyan dawetên xwe dikin û ev der jî ji aliyê hêzên asayişê ve nayên kontrolkirin. Murat Kaçar xwediyê holekî dawet û şahiyê ye û dibêje; ew tedbîrên xwe digrin lêbelê yên ku li kafe û restoran û baxçeyan dawetan dikin rênimayan binpê dikin.

Murat Kaçar dibêje: “Li kafe û restonan û baxçeyan dawet tên kirin û ji ber vê yekê nexweşî zêde dibe. Li Amedê niha li nexweşxaneyan cih nema ye. Me ji saziyên dewletê re jî got ku em cihên yasayî ne lê hin cihên ku destûra wan ya dawetan tune ye jî dawetan dikin. Lê ev cihên ku em jê re dibêjin cihên ‘korsan’ in mafê wan yê dawetan tune ye.”

Di nav bajarên Bakur de li Diyarbekir û Rihayê halet gelekê zêde dibin.  Lê belê li Dîlok û Mêrdînê jî rewş di asteke metirsîdar de ye û cih li nexweşxaneyan nema ye. Rayedarên qada tenduristiyê dibêjin; ji bo pêşîlêgirtina belavbûna vîrûsa koronayê dê bi taybetî li ser cihên ku qelebalix lê çêdibin rênimayan tundir bikin.