"Ciwanên Şoreşger" êrîşî ofîsa PDK-S û Ala Kurdistanê kirin! HSD soza sizadana wan kesan dide

“Ciwanên Şoreşger” li bajarê Qamişlo êrîşî ofîsa Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriye (PDK-S) û Ala Kurdistanê kirin. Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) jî soza sizadana wan kesan dide.

K24 – Navenda Nûçeyan

"Ciwanên Şoreşger" li bajarê Qamişlo êrîşî ofîsa Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriye (PDK-S) û Ala Kurdistanê kirin. Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) jî soza sizadana wan kesan dide.

Nûçegihanê Kurdistan24ê ji Qamişloyê ragihand; vê êvarê “Ciwanên Şoreşger” ku bi ser Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve ne, êrîşî ofîsa PDKSê ya li rojhilatê bajarê Qamişloyê û Ala Kurdistanê kirin û hin gotin li ser deriyê ofîsê nivîsandin û dirûşimên li dijî partiyê avêtin.

Li ser vê yekê, Berpirsê Navenda Ragihandinê yê HSDê Mistefa Balî ji Kurdistan24ê re ragihand; ew vî karê hin kesên têkder yên ser bi ciwanên şoreşger, şermezar dikin û ev kar ziyanê digihîne Rêveberiya Xweser û ew dê van kesan jî siza bikin.

Endamê Serkirdayetiya ENKSê û Berpirsê Rêvebir ê Mekteba Siyasî ya PDK-Sê Mihemed Îsmaîl jî, ji Kurdistan24ê re ragihand; ev kiryar li dijî hewlên yekrêziya Kurdan a li rojavayê Kurdistanê ne û ev bûyer wekî karekî xerab û kirêt bi nav kir.

 

C.B