"NY û Amerîka daxwaza çareserkirina kêşeyên Hewlêr û Bexdayê dikin"

Husên Hîndawî, Şêwirmendê Serokwezîrê Iraqê ragihand; civaka navdewletî, Neteweyên Yekbûyî û Amerîka bi awayekî berdewam daxwaz dikin ku di navxweyiya Iraqê de aliyên siyasî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê kêşeyên xwe çareser bikin û tekezî li gotûbêjên navbera her du aliyan û çareserkirina kêşeyan dikin

K24 – Waşinton

Husên Hîndawî, Şêwirmendê Serokwezîrê Iraqê ragihand; civaka navdewletî, Neteweyên Yekbûyî û Amerîka bi awayekî berdewam daxwaz dikin ku di navxweyiya Iraqê de aliyên siyasî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê kêşeyên xwe çareser bikin û tekezî li gotûbêjên navbera her du aliyan û çareserkirina kêşeyan dikin.

Şêwirmendê Serokwezîrê Iraqê ji Kurdistan24ê re diyar kir: “Peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê asayî ne û bi awayekî berdewam gotûbêj û civîn li ser çareserkirina kêşeyan hene. Herwiha daxwaza her du aliyan ji bo çareserkirina hemû kêşeyan heye ku di berjewendiya xelkê de be. Civaka navdewletî, Neteweyên Yekbûyî û Amerîka bi awayekî berdewam daxwaz dikin ku aliyên siyasî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê kêşeyên xwe çareser bikin û tekezî li gotûbêjên navbera her du aliyan û çareserkirina kêşeyan dikin, çimkî xelk ji tinebûna xizmetguzariyan gelek êş û jan dîtine.”

Husên Hîndawî da zanîn: “Amerîka daxwaz dike, kêşe bi rêya rûniştin û gotûbêjkirina birayane werin çareserkirin. Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê jî, xwesteka wan a çareserkirina kêşeyan heye.”

 

Î.A